Published December 20, 2020 | Version v1

Dualîzma "Aqil" û "Işq"ê di Dîwana Melayê Cizîrî da

Authors/Creators

Description

Puxte
Problematîka esasî ya dualîzmê şiûr e ku li gorî dualîzmê
însan ji du pêkhateyan pêk tê ku ne mimkun e li hev
bên reduktekirin. Di gengeşeyên dualîzmê da ev du pêkhate
li ser hin diyardeyên dijber ava bûne; aqil û işq, jin
û mêr, made û giyan, başî û xerabî çend mînak in ji wan
dijberîyan. Famkirina ji dinyayê, xwegîhandina zanînê ya
hebûna xwe û ya Xwedayî, têgihîştina ji dinya û axretê
her dem hem problematîkên felsefe û zanistê ne hem jî
yên dînan in. Dualîzm bi metoda hevsengîya dijberîyan
dide dû bersivên van pirsan. Digel dualîzmê “tesewif” jî
vê yekê pêk tîne û li gorî felsefeya tesewifê jî di têgihîştina
însên a ji xwe û ji dinyayê da du rê mimkun in. Însan
yan bi aqilê xwe yan bi dilê xwe ji dinyayê fam dike û
emelên xwe li gorî wan pêk tîne. Rengvedanên duaîlîzmê
û tesewifê di edebîyata klasîk a Kurdî da jî xwe daye der.
Melayê Cizîrî helbestvanê edebîyata Kurdî ya Klasîk, ji
alîyê gelek vekoleran va wek mutesewif tê qebûlkirin. Di
vê xebatê da hat mebestkirin ku di Dîwana Melayê Cizîrî
da dualîzma aqîl û işqê bê diyarkirin. Di beşa ewil da dê
derbarê Melayê Cizîrî û mutesewifîya wî da agahîyeke
giştî bê dayîn; di beşa duyem da li gorî riwangehên cihê
dualîzm, aqil û işq û di beşa sêyem da jî li gorî agahîyên
bidestxistî di Dîwana Melayê Cizîrî da dualîzma aqilî û
işqê bê hilsengandin.

Files

2- Dualîzma “Aqil” û “Işq”ê di Diwana Melaye Ciziri da.pdf

Files (508.5 kB)